Songtexte.com Drucklogo

Hay Lê Songtext
von Ciwan Haco

Hay Lê Songtext

Rista mina ji gewhera
Ronî didî rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rekire ji dosta xwere

Hey lê hey lê
Şev û rojan ez di meylê

Çavên belek çi mêrkujin
Lêvên disor çi xwînmijin
Bisk û kezî çi xwînrijin
Dêm û enî pir paqijin


Hey lê hey lê
Şev û rojan ez di meylê

Rabe ser xwe dilovanê
Em derkevin ji zîndanê
Dest bi deste te hozanê
Da em herin Kurdistanê

Hey lê hey lê
Şev û rojan ez di meylê

Tu şerînî pir ciwanî
Lêv ji sorê erxewanî
Kê bi vî rengi tu anî
Wer di nav destê min danî


Hey lê hey lê
Şev û rojan ez di meylê

Songtext kommentieren

Log dich ein um einen Eintrag zu schreiben.
Schreibe den ersten Kommentar!

Fans

»Hay Lê« gefällt bisher niemandem.