Songtexte.com Drucklogo

Gulek Songtext
von Ciwan Haco

Gulek Songtext

Gulek min hebû yek gul
Min neqandibû ji xwe re ji dil
Min avdabû bi hêstirê çavan
Min dîtibû li nav baxan

Gul gula min daxwaza min
Gul gula min birindara min

Gul gula min daxwaza min
Gul gula min birindara min


Çi gulek rind û ciwan
Perîşan bû li cîhan
Jêre bibînin hûn derman
Ew jî wekî her însan

Gul gula min daxwaza min
Gula gula min birîndara min

Gul gula min daxwaza min
Gula gula min birîndara min

Ger ez bimrim ger bêm kuştin
Hûn li gulê bipirsin
Daxwaza wê hûn pêkbînin
Heyfa gulê hûn hilînên

Gul gula min daxwaza min
Gul gula min birîndara min


Gul gula min daxwaza min
Gula gula min birîndara min

Songtext kommentieren

Log dich ein um einen Eintrag zu schreiben.
Schreibe den ersten Kommentar!

Fans

»Gulek« gefällt bisher niemandem.